Ji ber ku bi gelemperî di nav kurmancan de wisa tê bikaranîn. Lê ez ne bawerim ku peyva gotin were guhertin. Lê dîsa jî heke heval bixwazin dikare were guhertin. Ez dibêjim pirsgirêka vê peyvê ne wilqasî mezin e. Di malperên kurdî de jî cur bi cur peyv ji bo home (page) tên bikaranîn: rûpela serî, mal, destpêk, rûpela pêşî hwd. Di derbarê peyva Destpêk de, bi kurmancî tê wateya en: start jixwe rûpela pêşî diderkeve Destpêk e. Peyva ayin(ayîn) tê bikaranîn lê ez dibe qey ne sedî sed ji dêla ol, ew mîna en: ritual tê bikaranîn. Slav hevalê hêja, birastî heya min jê nîn bû ku peyva Ol ji tirkî tê.
Hun ji kerem ken u min ji hizir u fikira xwe agahdar bikin. Lêbelê di Sorani u Kurdiya Bashur de Kurd "witin" anji "wetin" bi kar dinin ku di Iraniya Kevnar de "wext-" buye: Farsiya Kevnar " geube"- Farsi " goften" - " guy-" Iraniya Kevnar " wext-" - " wek-", Kurdiya Bashur " wetin" - " wêsh-", Kurdiya Navin " witin"/" gutin" - " bêj-"/" wêj-"/" lê-", Kurdiya Bakur " gotin" - " bêj-".). Jibo nimune: Ol > Ayin (bi wateya "religion" di Englizi de, "ol" bi xwe peyveki Tirkiye u ji "yol"ve dêt bi wateya "re"), Destpêk > Sereta ( ~ "Start", ez hêji bi rasti nazanim ku "destpêk" ji ku ve hatiye, di Kurdi de lêker "dest pê kirin/kirdin" heye ku bê "kirin/kirdin" wateya wi cune), Gotin > Witin/Wetin (~ "to say", "gotin" bi xwe peyveki Farsi ye u ji "goften" dêt u risheya wi ya kevnar ji Farsiya Kevnar "geube" ye.